şoxe şîrîn şêwekem besye perêşanim meke

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 2 Xulek  355 Dîtin
şoxe şîrîn şêwekem besye perêşanim meke
derdedarit kirdûm şêt û herasanim meke
to be goşey çawî mexmûrit minit dêwane kird
îltîmasim waye îtir tîre baranim meke
des be sungî û ’eskerî mujganî şořişgêřî to
kuştinî minyan merame, gyane! bê gyanim meke!
yosif asa to ke xot eqlîmî qelbit girtûm
beste ey sułtanî cwanan dexlî îmanim meke
řoḧ û xwên û êsk û mox piřye le şorî ’eşqî to
tuxwa ger bêm û bigrîm men’î giryanim meke!
bo çî her wextê ke dembînî pilarim bo exey
’aşiqî xotim be qurban berde baranim meke
beş be ḧałî xom beşî xom êş û nêşim çeştuwe
toyş bebê řeḧmane, gyane! xwê le zamanim meke!
her se’atêkim be sałêke letaw hîcranî to
gyanekem îtir be dûrît xane wêranim meke!
wêł û mat û ’aczim da’îm enałênim be zar
leylekem îtir besî bê! wêłî şaranim meke!
mergî xom la çatre qurban! le dûrîy řûyî to
xot be xencer bimkuje! mesmûmî hîcranim meke!
derdedarî xote şahoNasnava edebî qet deway naye be kes
wesłî bałay toye dermanim le dermanim meke