ya xwa hîç kes wekû min şêt û mał wêran nebê

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  925 Dîtin
ya xwa hîç kes wekû min şêt û mał wêran nebê
’aciz û mat û peşêw û dîde piř giryan nebê
xwênî geş eřwa le endamim ewend pêkiram be tîr
kafrîş cestey wekû min kun kunî tîran nebê
agirî tê çû derûnim wexte bibme koy zuxał
dujminîşim wa derûnî soxte û buryan nebê
bo piřûzî cerg û dûdî ah û nałe û şîwenim
’alemî piř kird, îlahî! kes weha nałan nebê
derdî bê dermanî min zeḧmet şîfay bo bê ebed
ya xuda hîç kes wekû min derdî bê derman nebê
mirdim û çoqey řeşim kird tozê řeḧmî pêm nehat
hîç kesê ya řeb weha bedbext û sergerdan nebê
kuştimî axir be nûkî nêşî şumşêr û biroy
ermenîş wek min neçîrî şoxî bê aman nebê
besye! bes şîwen ke şayqNasnava edebî řojî dîwanî xuda
muşkilê namênê lew řoja ke wa asan nebê