’esrî şeşem nema û serî ’esrî ḧewtemîn
hicûmî çengîz xan be leşkirî meẍûl û tatarewe bo asyay naweřast û bo êran û kurdistan sałî 616y koçî:
Li pirtûka:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
Berhema:
Ewřeḧman Begî Baban (1880-1967)
3 Xulek
1072 Dîtin
’esrî şeşem nema û serî ’esrî ḧewtemîn
eqwamî asyayî hemû kewte şoř û şîn
cengîzNava taybet be ceyşî zor û meẍûlNava taybet û tetarNava taybetewe
tofanî agirê bû leser, hate xwarewe
şarî nehêşt, dêhatî nehêşt, geyye beḧrî řeş
dunya biłêsey agir û tofanî xwênî geş
tenha le şarî bełxNava taybet û buxaraNava taybet û le qendeharNava taybet
kuştarî her yekêkî pitir bû le sed hezar
xwarzimşaNava taybet, ke şayê bû çalak û desweşên
êranNava taybet û xakî kurdî hemû kirdibû be xwên
em şaye xesim û dujminî kurd bû le pêşewe
eqwamî kurdî xistibuwe jan û êşewe
xoy û supay bewêney ḧeywan û canewer
kewtibuwe kurdewarî, be kuştar û şor û şeř
pêşî meẍûlNava taybety girt, be supahêkî merdewe
kewte cîdalewe, be diłêkî neberdewe
ḧewt cengî kird, be merdî legeł leşkirî tetarNava taybet
gah ser’ekewt û zał ebû û gahê zebûn û zar
kołî eda û dîsan hełmetî ebirdewe
bem hełmetane goy le meẍûlan nebirdewe
hêzî nema le axrya kewte ser fîrar
te’qîbkerî bû ceyşî meẍolî le gişt dyar
her çend şayê bû wekû şêrî şeř û neberd
xoy xiste bextî kurdewe dił piř le dax û derd
şah û emîrî kurd ke hemû xesmî canî bû
katê ke cêy nemayewe cêgey emanî bû
řay kirde sêberî şehî betlîsNava taybety namdar
lêy burd le curmî pêşewe, şahî keremdar
mîwanî kird le betlîsNava taybety cennet nimûneda
en’amî zorî kird, legeł em xesmî xûneda
ceyşî meẍol le şwênyewe hatin be destubird
ta em nêçêre berze bistênin le destî kurd
em leşkirî meẍûle wekû sa’îqey beła
geyye çi cêyê, kirdî be seḧray kerbelaNava taybet
her şar û dêyê hate berî, kewte gîrewe
kuştarî lê kira be mał û be pîrewe
wanNava taybet û ḧekarîNava taybet, ercîşNava taybet û erzanNava taybet û mardînNava taybet
zî řûḧî tya nema, hemû kujra be qehir û kîn
lew naweda be merdî serokî «kirêşeNava taybet» bû
wêney piłing be hełmet û wek şêrî bêşe bû
ser’eşretî kirêşeNava taybet be xoy û be xwêşewe
bo em supay diřindeye řoyîşte pêşewe
lêyda le pêşdarî meẍol, birdye paşewe
serdarekanî dujminî xiste tełaşewe
şahan û serweran û emîranî qewmî kurd
çawyan le zebir û zengî emîrî kirêşeNava taybet kird
hełyankutaye leşkirî dujmin wekû piłing
kuştyan le tołeda, le ’edû herçî kewte çing
şahanî kurd û mîrî kirêşeNava taybet wekû esed
bo em hicûmî leşkirî tatarNava taybete bûne sed
em cenge piř xwêne le meḧşer nimûne bû
bo paşî ew penahî neřeşay zeyûne bû
em leşkirî meẍol û tetare le cengî kurd
ẍalb nebû geřayewe paşî, be destubird