ba pêt biłêm le mêjûy em mîllete kemê
bo îmdadî keyxusrewî duwem le şahanî hexamenşîn hatnî leşkirêkî yonan bo babil û lepaş cengeke û geřaneweyan bo yonanistan.
Li pirtûka:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
Berhema:
Ewřeḧman Begî Baban (1880-1967)
2 Xulek
1105 Dîtin
ba pêt biłêm: le mêjûy em mîllete, kemê
her wek le beḧir bête derê qetre û nimê
keyxusrewNava taybety duwem le hexamenşînanNava taybety furs
îmdadî wîst le qeyserî řomNava taybet piř çek û netirs
ta text û tacî şahî bisênî le erdeşêrNava taybet
bem leşkire, birayekî gewrey bixate jêr
çwar ’esrî pêş mesîḧNava taybet bû ke îmdadî řomNava taybetyan
hat û geyşte wadîy babilNava taybet be şadman
xusrewNava taybet be hêzî xoy û be îmdadî zorewe
wîstî ke şahî kakî binêjête gořewe
lewlawe erdeşêrNava taybet bo xelasî le dest ’edû
bexşî be ceyş û leşkirî ya neqdî herçî bû
em me’reke le xanî sikenderNava taybet kirayewe
lakîn be qetłî xusrewî duwemNava taybet biřayewe
em leşkirî şiksiteyî yonanNava taybete desbecê
bo nîştiman û yaney xoy kewte řê
zînfonNava taybety ser supahî be ’eqił û be hoş û kêş
řêy şaxekanî kurdî be baş zanî, kewte pêş
katê geyşte «mizrî kyaNava taybet» kewte kořewe
desřêjî lê kira le nizîk û le dûrewe
zînfonNava taybety jîr û gewre beřastî xebatî bû
gahî be ceng û gahî be aştî necatî bû
lew yaddaşteda ke becêy hêştuwe ełê:
«kerdoxNava taybet» piłingî şaxîye, bêgane nayełê
em qewme serbexoye îta’ey be kes nîye
bo şahî fursNava taybet û qeyserî řomNava taybet desřî kes nîye
herçend supah û leşkirî ême geřayewe
zorî be tîr û nêzey kerdoxNava taybet biřayewe
zînfonNava taybet sitayşî kerdoxNava taybety kirduwe
mêjûy beřastî zînduwe, gerçî xoşî mirduwe