payanî nîwey ewwełî bû ’esrî ḧewtemîn

hicûmî holako xan bo řojhełatî nizîk û bo êran û bo kurdistan, 750-650y koçî.
Li pirtûka:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
Berhema:
Ewřeḧman Begî Baban (1880-1967)
 3 Xulek  1346 Dîtin
payanî nîwey ewwełî bû, ’esrî ḧewtemîn
ehrîmînê be şořş û şeř hate ser zemîn
řûy kirde řojhełatî nizîk, her le şeřqewe
wek hewrî řeş be girme û nałe û be beřqewe
ehrîmenî beşer bû, holakoNava taybety xwên řijên
xakî řewî û êranNava taybety hemû kird be beḧrî xwên
kewte xeyał û fîkirewe, bo îstilay ’îraqNava taybet
cûłayewe be xoy û supawe, be îştyaq
cêy text û tacî şahî keyanNava taybet û şarî hamedanNava taybet
zî řûḧî derneçû be gurêz û be el’eman
kirmanşaNava taybet ke yaney meşhûre kurdinşîn
sûr hełgiřa be xwênî beşer, ehlî kewte şîn
herçend kurd be hełmetî řoj û şew, le naw
lem leşkirî meẍolNava taybete hezaranî xiste daw
em destubirdî kurde, le nakaw û kem keme
qortî neda le řêgey em urdiwî ’eremreme
em leşkirî meẍole be qehir û be samewe
řoyî be gurcî ta çuwe daralselamErebîewe
beẍdaCihy nehêşt be mîr û wezîr û xelîfewe
řizgar nebû yekî be wezî’ û şerîfewe
lafawî xwên, le dîcleNava taybetwe geyye xelîcî furs
mîsirNava taybet û ḧîcazNava taybet û mesqetNava taybet û ’usmanîNava taybet xiste tirs
emcakû leşkirêkî dirust kird le çil hezar
nardî bo kurdewarî ke bîxate jêrî bar
em mîllete şeřanî, legeł yektirî duhon
kuştarî sehle lîden û pakoken û biřon
em ceyşe piř sîlaḧ û çeke hate nîştiman
çirke û seday nêze û řim, geyye asman
katê geyîşte berdemî hewlêr, supay meẍûl
dewrî ḧesarî dayewe wek gêjî gerdelûl
ḧakim selabeNava taybet gerdinî teslîmî danewan
serleşkirî qeła witî: nenge el’eman
min kurdim û le mîlletî nawdar û berzî madNava taybet
em leşkirî meẍole be carê edem be bad
fermanî da be leşkiryan řojî ẍîrete
bo qewmî kurd jyanî esaret felakete
lawan le qeł’e hatne derê des be şîrewe
wek řezmî řostemî, be kewan û be tîrewe
kujra be şîr û nîzey kurd leşkirî tetarNava taybet
lem ceyşe çil hezare yekêkî nehate kar
katê ke bîstî hîçî nema ceyşî ser çiłî
em denge wek birûskey şeř day le ser diłî
xoy û supay meẍol û tetarî û be gurdewe
řûy kirde nîştiman û çyakanî kurdewe
herçend holakoNava taybet tołeyekî send be hêzî zor
dax û dirêẍî leşkirî kujrawî birde goř
emca hicûmî kirde ḧekarîNava taybet be qîneqe
nawçey şîmalî kurdî hemû xiste şînewe
kurdanî dewrî musiłNava taybet û dyarbekirNava taybet û mardînNava taybet
bo tołe gişt le quřgî çya çûne naw kemîn
lêyan eda le ceyşî meẍolî le paş û pêş
em leşkirî meẍole le zor lawe kewte êş
tefsîlî em cîdal û şeře lêre nadrê
her qewmî kurde lem şeř û aşûbe der berê
em şuřşe be qehir û felaket biřayewe
ceyşî meẍol be ye’sewe lew laş geřayewe
wextê ke dewrî ḧukmetî êlxanî hate pêş
laçû le qelbî her dû teřef zam û êş û řêş
şahanî êlxanî be fikirêkî berzî wird
řêkewtinewe be çake legeł serdaranî kurd