bo neçê řoḧim ke çawim kewte çawî xeşminak

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  890 Dîtin
bo neçê řoḧim ke çawim kewte çawî xeşminak
xor hełat û cê be cê bo çî nebê şewnim hîlak
fermû seyrî ke le řêgey ’eşqî to da ’alemê
’aciz û bîmar û matembar û ẍerqî xwên û xak
to ke řaburdî besermana desim damênî to
çakî nazk hełke alûde meke dawênî pak
sabîrîNasnava edebî lêw gestinî ew şoxe bê ḧîkmet nîye
ye’nî nałîn û şikat û girye nazanim be çak