bo neçê řoḧim ke çawim kewte çawî xeşminak

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  891 views
bo neçê řoḧim ke çawim kewte çawî xeşminak
xor hełat û cê be cê bo çî nebê şewnim hîlak
fermû seyrî ke le řêgey ’eşqî to da ’alemê
’aciz û bîmar û matembar û ẍerqî xwên û xak
to ke řaburdî besermana desim damênî to
çakî nazk hełke alûde meke dawênî pak
sabîrîPen name lêw gestinî ew şoxe bê ḧîkmet nîye
ye’nî nałîn û şikat û girye nazanim be çak