wiłat û şar û dêhatî dił emsał

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  496 views
wiłat û şar û dêhatî dił emsał
pełey dawe be bê manend û emsal
be paç û bêłî teqwa û řyazet
mubeřřa bû le diřk û dałî ewbał
muheřřaye be cûtî zuhd û teqwa
be sî gasin niraye baẍî şimşał
mela’îk sef be sef bo baẍewanî
ke amuşo eken peyweste xoşḧał
mecalî teng û barî seng û bê řeng
şeyatîn her hemû manduwe bê ḧał
xeyałî xam ekey kurtek ekey neqid
xeyałî xam meke ey şêxî bermał
le botey nar û azarî cehennem
bitirse xełqî têda bote zûxał
be paçî zîkir û xarî maswîٰ alilhArabic
wişk birjaw û sûta şubhî zuxal
mela’îk hatuwe deykate zer’at
ke bîbînê debê ḧeyran û xoşḧał
meta’î çake meqbûł û beqîmet
ke la’îq padşa bê ey kesî xał
le botey yar sabîr piř ḧezer be
be milyon xełkî têda bote zûxał