be çawî mest û bîmarî nexoşim

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  688 views
be çawî mest û bîmarî nexoşim
nemawe îxtyar û ’eqił û hoşim
bezahîr gerçî miskîn û feqîrim
le batînda duř û gewher firoşim
dûř û mercan çîye? ye’nî dił û can
be çawî to le çaw eřjête koşim
eger to muşterî mercan û duř bî
be gyanî to were herzan firoşim
egerçî ’aciz û bê destełatim
be can û dił bequrban têdekoşim
hetakû to neyey teskînî nayê
be řoj û şew demêke ẍem denoşim
gelê nałandim û sûdî nebexşî
lemewla sabîrPen name û mat û xemoşim