yûsfî dił muzmeḧîl mawe le nêw bîrî fîraq

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  1197 Dîtin
yûsfî dił muzmeḧîl mawe le nêw bîrî fîraq
kwa musułmanê bizanê çar û tedbîrî fîraq?
werne seyrî berqî ah û ře’dî nałe û seylî eşk
her dełêy tofanekey nûḧe le te’sîrî fîraq
bû’elî sînaKes û calînûsKes û luqmanî ḧekîmKes
’aciz û damaw û ḧeyranin le tedbîrî fîraq
ta le tuḧfey řûmetî nusxey ’îlacim bo neyê
xoşewe nabê birîn û zamî şimşîrî fîraq
şêxî řufa’î be ’îlmî celcelûtî muşkîle
çarî derdim ka derimbênê le zincîrî fîraq
xorhełatî, sêberê naxeyte ser sûtawî řût
ey berî pê û sêberit, qursî tebaşîrî fîraq
qet tebaşîrit le sûtawî leşî sabîrNasnava edebî neda
ta be key qurban binałênim le te’sîrî fîraq?
ey mesîḧaleb bifermû ba be carê ’alemê
şêt nekem yekser be ah û sozî diłgîrî fîraq
wa le dûrî to le pa kewtim mesîḧaleb bese
destî sabîrNasnava edebî bigre ba derçê le nêw bîrî fîraq