’umrî şîrînim le řêgey ’eşqî yara bû telef

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  1019 Dîtin
’umrî şîrînim le řêgey ’eşqî yara bû telef
da’îmen dił namurad û piř le azar û esef
her nehatî ḧesretî dûrî le dił bênîte der
xakî berpêy naskit bênim be çawa bo şeref
dił lekin ew çawe xwêndî ayetî eyn alimfirErebî
baweřî naye be ebroy to îşarey latexef
şahî ḧusnî leşkir’arayî deka řoḧim çuwe
perçem û mujgan û zulfî cumle westawin be sef
şew nîye şahî xeyałî şarî sebirim mat neka
řoj nîye řoḧim wekû şewnim neka meḧû û telef
min leber lerzînî des, terkî sîwakim kirduwe
taze dewran pêm ełê fermû şerab û nay û def
saqya haware wa ẍem leşkirî hêname ser
to legeł mutrîb were, ew des be def to mey be kef
sabîrîNasnava edebî talîb be ’eyş û lezzetî dunya mebe
namuradî fexre bo ewladî sułtanî necef