yûsfî dił muzmeḧîl mawe le nêw bîrî fîraq

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  927 views
yûsfî dił muzmeḧîl mawe le nêw bîrî fîraq
kwa musułmanê bizanê çar û tedbîrî fîraq?
werne seyrî berqî ah û ře’dî nałe û seylî eşk
her dełêy tofanekey nûḧe le te’sîrî fîraq
bû’elî sînaPerson û calînûsPerson û luqmanî ḧekîmPerson
’aciz û damaw û ḧeyranin le tedbîrî fîraq
ta le tuḧfey řûmetî nusxey ’îlacim bo neyê
xoşewe nabê birîn û zamî şimşîrî fîraq
şêxî řufa’î be ’îlmî celcelûtî muşkîle
çarî derdim ka derimbênê le zincîrî fîraq
xorhełatî, sêberê naxeyte ser sûtawî řût
ey berî pê û sêberit, qursî tebaşîrî fîraq
qet tebaşîrit le sûtawî leşî sabîrPen name neda
ta be key qurban binałênim le te’sîrî fîraq?
ey mesîḧaleb bifermû ba be carê ’alemê
şêt nekem yekser be ah û sozî diłgîrî fîraq
wa le dûrî to le pa kewtim mesîḧaleb bese
destî sabîrPen name bigre ba derçê le nêw bîrî fîraq