ew kese wa zulfî xoy û ’umrî êmey da be bad

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  971 Dîtin
ew kese wa zulfî xoy û ’umrî êmey da be bad
hatewe xizmîne ba êmeş bixiwênîn an yikadErebî
lerzî pîrî nayełê destim ’esa bigrê, zeman
naye destim kilkî řeşmey espe serkêşî murad
şikiraً lilhErebî herçî meqsûdî diłim bû hatecê
çaw û dił herdû berew řûy yare řûnake û guşad
min ke çawim kewte yarî bextyar ewsa witim:
kame kamem pê deka dunya xuda hawar û dad
çak û dunya herdû xatryan le ḧeq yek ça nîye
bonî guł azare bo qalonçe ey merdî cewad
ba lemewla ’umrî řaburdû qeza gêřînewe
řû le mewla keyn û hem bigrînewe řêgey řeşad
serbiřînî nefsî emmare cîhadî ekbere
şêre teqwa, nefse řêwî sabîrîNasnava edebî řojî cîhad