giriftarim be dawî zulfî şêrînêkî qed beydax

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  318 Dîtin
giriftarim be dawî zulfî şêrînêkî qed beydax
be teqdîrî xuda nabê diłî dêwane qet bê dax
lekin derkewtinî leyla dem û des şêt û mecnûnim
lekin win bûnî ew şîrîne ferhadim le kêw û şax
debînî řengî zerdim boç depirsî ḧałî derdî min
ke bê şewqim mîsalî dalîyey bê xawen û çerdax
nexoşî serserî sabîrNasnava edebî meger ça bêtewe řojê
ke to pêyê binêye ser serî kuttabî of û ax!