ew kese wa zulfî xoy û ’umrî êmey da be bad

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  970 views
ew kese wa zulfî xoy û ’umrî êmey da be bad
hatewe xizmîne ba êmeş bixiwênîn an yikadArabic
lerzî pîrî nayełê destim ’esa bigrê, zeman
naye destim kilkî řeşmey espe serkêşî murad
şikiraً lilhArabic herçî meqsûdî diłim bû hatecê
çaw û dił herdû berew řûy yare řûnake û guşad
min ke çawim kewte yarî bextyar ewsa witim:
kame kamem pê deka dunya xuda hawar û dad
çak û dunya herdû xatryan le ḧeq yek ça nîye
bonî guł azare bo qalonçe ey merdî cewad
ba lemewla ’umrî řaburdû qeza gêřînewe
řû le mewla keyn û hem bigrînewe řêgey řeşad
serbiřînî nefsî emmare cîhadî ekbere
şêre teqwa, nefse řêwî sabîrîPen name řojî cîhad