dił firîbî diłberî diłdar hey

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  2182 Dîtin
dił firîbî diłberî diłdar, hey!
fîtneger, hey! řend hey ’eyyar hey!
bûye yarî ẍeyr û min bêgane mam
bêwefa, hey! hey cefakirdar, hey!
xo musułmanim, be naḧeq xwênî min
bo deřêjî, kafrî xûnxiwar, hey!
ça nye, řeftarî wa bed bes bike
derḧeqî min, şoxî bedreftar, hey!
to diłit dêwane kirdim, êstekeş
nanwênî řû, perî řuxsar hey!
qet le tîrî ahî mezłûmanî ’îşq
to netirsî, załmî ẍeddar hey!
ẍeyrî bed neydî le to meḧwîNasnava edebî etoş
her bedit řê bê, bedî bedkar hey!