xettî dewrî lêwî ałit ey mesîḧa lam û bê

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  5807 Dîtin
xettî dewrî lêwî ałit ey mesîḧa lam û bê
her le camey sebiz eçê bo ẍeyn û nûn û çîm û hê
ẍunçe bazařî nezaket darî û tengî şikand
her ke zahîr bû le dewrî baẍî ḧusinit lam û bê
leb şeker ta key le ḧesret xałî muşkînit, diłim...
daẍdar û xeste bê wek lam û elf û lam û hê
lale řûxsarim le sayey eşkî xwênîn řengewe
çunke řûsûrim le qapî ’eyn û şîn û qaf û tê
’îşqit ey cana minî řîswayî ’alem kirduwe
çake însafit bibê bo elf û sîn û tê û hê
êste bo laf û gezaf her kes debînî ’aşiqe
nek hemû kes canfîda wek mîm û ḧê û waw û yê
meḧwîNasnava edebî emřo zor nexoşe qet şîfay nayê be hîç
ger şîfay bêtin, be boyî zułf û ew egrîce dê