gum ke bû řahî huda şahřehe gumřahî

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  1314 Dîtin
gum ke bû řahî huda, şahřehe gumřahî
bi’d dirwîşî agir hîç nibaşd şahîFarsî
em mecaze çîye, řû keyne ḧeqîqet, ewca
la îlhErebîet bese ger talîbî îlّa alilّhErebîy
řê dirabê be gedayî nefesê lew dereda
her kesê, ta nefese ’arîye şahenşahî
dûkełî ahî debê dayme bigrê berî řoj
řoje řeş, ẍemzedeyî min bim û to bî mahî
le diła bûnimit her ’are le la, wa bike ferz:
mahî ken’anî û em mudde muqîmî çahî
kuştimî û ew deme xwênim be edeb damenî girt
besmelî ’îşqim û karim be xwêne řahî
bê xeta ew şehe lew berdere meḧwîNasnava edebî derkird
boç kes ser neçuwe şewketî saḧêb cahî