têdega herkes bika fehmî řimûzî me’newî

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 2 Xulek  3502 Dîtin
têdega herkes bika fehmî řimûzî me’newî:
hîcir û wesłe nar û cenneyî ayetî la yistiwîErebî
kêwî ẍem, wadî cefa tey kirdine eşratî ’îşq
bakî hewraz û nişêwit key debê ger řehřewî
nawî harûn, îsmî qarûn, îbtîda îma deken
serferaze serkiz axir, sernîgune serqewî
ey le ser textî ẍîna emřo, sibeynê tê degey
ew gedayey to ke wa muḧtacî şêwî yek şewî
dengî pêy eḧbabî řoyîw piř be ’alem mewc eda
to be ẍefłet mubtela, ger neybyey mestî xewî
tif le çarey xende, girîye û şîwenî pê xoşe dost
dake ey baranî eşk, ey berqî nałe, nesrewî!
basî çibkem bê keranî beḧrî piř teşwîrî ’îşq?!
taqe qetrêkî fitûḧate, nimêke mesnewî
sa’îdî derkewt û ’alem bû be mûsayî hemû
mu’cîzey lêwî ke derxa, cumle debne ’îsewî
řamî ’aşiq bonî ew weḧşî nîgare muşkîle
mebye hergîz em qise: ’enqa debê wek kew kewî
çawî bîmarî, be we’dî tîre baranî nîgah
giftî da, cehdê ke ey dił, bełkî toşî ber kewî
meḧuyaNasnava edebî! her eşk û ahî to le cê cwê bûnewet
çûne ber badî fenaye derkewî ya serkewî