dił firîbî diłberî diłdar hey

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  2181 views
dił firîbî diłberî diłdar, hey!
fîtneger, hey! řend hey ’eyyar hey!
bûye yarî ẍeyr û min bêgane mam
bêwefa, hey! hey cefakirdar, hey!
xo musułmanim, be naḧeq xwênî min
bo deřêjî, kafrî xûnxiwar, hey!
ça nye, řeftarî wa bed bes bike
derḧeqî min, şoxî bedreftar, hey!
to diłit dêwane kirdim, êstekeş
nanwênî řû, perî řuxsar hey!
qet le tîrî ahî mezłûmanî ’îşq
to netirsî, załmî ẍeddar hey!
ẍeyrî bed neydî le to meḧwîPen name etoş
her bedit řê bê, bedî bedkar hey!