le çawî bed xuda ḧîfzî bika ew şoxe sermeste

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  2836 Dîtin
le çawî bed xuda ḧîfzî bika ew şoxe sermeste
serîş ebřê, serîşî lê deda, hey hey çi serbeste!
binazim bem serapa naze, bazî ẍemze tê berda
eger sîmirẍî ber bê hem buwe yek murẍî peř beste
esîrî çahî ẍem bê, xane ba derbeste bê mecnûn
le xeymey nazda ’uşret deka leyla, çi derbeste!
be fikirêke ke em xûnřêje şîrî beste pişt emřo,
le esto danî kêye? kê deka axo kemer beste?!
berełda kirdinî nefist zererxêze û fesad’engêz
be řeḧmet bin qedîmî ême fermûyane: «xer beste...»
qisêkî piř le te’sîrî be firzendî dewt pîrê:
’ezîzim taze geywî to, emin barî sefer beste
le ber qapî xerabata minî dî, ’îşweyêkî kird
witî: meḧwîNasnava edebî le badet çî, eto xwênî ciger beste