le dinyada dił aramêk û aramî diłêkim bû

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  3798 Dîtin
le dinyada dił aramêk û aramî diłêkim bû
be carê małî wêranim, emîşim çû, ewîşim çû
xwênî dił le ber çawim nebê ta key řewan axir!
ewa řoyî le ber çawim ewî řoḧî řewanim bû
çi ḧałe! quřbeser ḧetta be ḧałim pêkenînî dê
be dest etwarî towe quřbeser xom, ey diłey bedxû
dił û diłber le yek bedxûtirin, sa min xuda çibkem?
fila alimiḧbûbu yirsî lî, û la alqilbu alşّcî yislûErebî
le řojêkî ke ew guftar tûtî kebik řeftare
le min ẍayb buwe, her nałeme wek kotrî ḧaqû
çi řoḧê kuştey ew bałaye, qumrî darî tobaye
fya tûbî liqum fî sibîl alḧub him matuwaErebî
le dûrî ew kuře firsette ba zû bimrî ey meḧwîNasnava edebî!
mebada bêtewe bo kuştinî to řence ka bazû