ke dîm aloze çawî zû witim em fîtne hełbeste

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  2624 Dîtin
ke dîm aloze çawî, zû witim: em fîtne hełbeste
witî: caran eto detut be min: kem fîtne hełbeste
be sûtin çim, gilem nebuwe le derdî serdî mîhrî to
min û şekwe? witî: gwê nagirim lem fîtne hełbeste
be ẍeyrez şukir, eger şekwem le cewrî to bibê, sipłem
witî: ḧaşa, dezanim em řeqîbem fîtne hełbeste
be cêye kuştinim, sûtandinim, xakit be ba bo dam?!
witî: ahengî ’îşqî min meqamate legeł beste
be zułfîda heławesrabû dił ’umrî be sed amal
nîgahî wek ecel hat û witî tûlî emel beste
qeza bê destełatit ka, çye ẍeyrî řeza çare?
le ber destî celaba řêwyêke şêrî pel beste
be xo kuştin necatî xo bide meḧwîNasnava edebî wekû ferhad
le zorî qehremanî ’îşq, efendim, her ecel beste