le řêgey mehlekey ’îşq ew bełaco nî bira la de

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  1926 Dîtin
le řêgey mehlekey ’îşq er bełaco nî, bira, la de
ewî min çûm û lewma dî her ah û dad û feryade
le beḧrî nûrî ḧusnî bê nîşan îfşa ke yek mewce
nîşanî de be ’alem îxtîra’î ḧeşrî bê wade
çîye? xusran emende mestî lehu û le’bî dinya bûn
bira! ’umrî giramî bes leřêy em bade ber ba de
be ẍîbte bew xudapêdawe tubîٰ lehErebîye ehlî xuld
le kûrey narî ẍemdaye be daẍî derdî to şade
hemîşe dîde beḧrî gewhere û dił piř le neqdî daẍ
le bin nayê be mesref çunke xezney min xuda dade
leser to bûme pendî ’alemê, witim û witî: meḧwîNasnava edebî
besî bê muşrîkî, bes, ya le dinya ya le min la de