le řêgey mehlekey ’îşq ew bełaco nî bira la de

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  1923 views
le řêgey mehlekey ’îşq er bełaco nî, bira, la de
ewî min çûm û lewma dî her ah û dad û feryade
le beḧrî nûrî ḧusnî bê nîşan îfşa ke yek mewce
nîşanî de be ’alem îxtîra’î ḧeşrî bê wade
çîye? xusran emende mestî lehu û le’bî dinya bûn
bira! ’umrî giramî bes leřêy em bade ber ba de
be ẍîbte bew xudapêdawe tubîٰ lehArabicye ehlî xuld
le kûrey narî ẍemdaye be daẍî derdî to şade
hemîşe dîde beḧrî gewhere û dił piř le neqdî daẍ
le bin nayê be mesref çunke xezney min xuda dade
leser to bûme pendî ’alemê, witim û witî: meḧwîPen name
besî bê muşrîkî, bes, ya le dinya ya le min la de