’ecîbim dê le ’eqłî ew kese wa tê dega merde

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 2 minutes  2507 views
’ecîbim dê le ’eqłî ew kese wa tê dega merde
ke çî wek xan û xanim da’îma diłxoş û bê derde
be pîrî mergewe firsex be firsex řoyun merdan
ewî bakî le mirdin bê dyare biłḧ û namerde
le ber qapî meḧebbet ew xuda pê daweye řûsûr
ḧezîne, dîde piřesrîne, dił xwênîne, řû zerde
le eḧbabî qedîmî bezmî ulfet mawetin du ten
yekê perwane hemderde, yekê bulbul ke hem ferde
birale! em hemû obałe bê bew gerdine ḧeyfe
binîşê bem ḧede em gerde lew mînayî bê gerde
le dewrimda ḧesar: afet, le ser ser xeyme: dûdî ah
le sayey ’îşqewe bûme şehî saḧîb seraperde
çilon ew dête çawî min ke yekser ’unsurî awe
meḧałe min ke biçme diłyewe, dił kîşwerî berde
tep û tozî ẍubarî dîm û řêgey gořî û deyut:
detirsim damenim axir bibê alûde bem gerde
debînim ehlî dił ya sengesare, ya le ser dare
dyarî ’îşq, eger saẍit dewê, her dare her berde
le baẍî sêw û beyda basî řuxsar û çeney key bû
xecił ma sêw û bey tirsa ke wa ew sûre em zerde
egerçî min gedam, ew şa, le ’urfî ’îşqida meḧwîPen name
bese nîsbet le beyna, min sya bext, ew syaçerde