le piř berdî ecel bo şîşeyî ’umirim newa bê zû

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  2694 Dîtin
le piř berdî ecel bo şîşeyî ’umirim newa bê zû
fîdatim, dest û birdê, saqya, camî şerabê zû
çîye dinya, jinêke her şewî sik piř be sed fîtne
sibeynê zû be xwênî cergî ehlî dił deka bêzû
ke dayey xakit axir her debê bigrête baweş xoy,
bike xakê be ser xota le qapî bu turabErebîê zû
be tabî ’eksî ew dîdare dił sûta, muzekkaye
ketanit řagre saz û be cîlwey mahtabê zû
denî teb’î be carê ’alemî dagirt ewa meḧwîNasnava edebî
direnge îltîca be ber ře’îy ’alî cenabê zû