şew kesê pirsî le xo derxistinî perwane şew

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 2 Xulek  9400 Dîtin
şew kesê pirsî le xo derxistinî perwane şew
ew witî: natêgeyştû! tecrebey merdane şew
her sya bextanî ’îşqe mezherî nûrî hudan
şew nebê estêre mestûrin, be kem meřwane şew
em sya řozî mine poşîwye ’eybî kesan
aşkare setrî eḧwałî gunehkarane şew
boye zułmet poşe, nûrî ehlî cewher derkewê
seyrî ḧeqqî ken le ser em mah û estêrane şew
nebuwe, nabînî le şew meḧrem tirê ta řojî ḧeşir
perdepoşe, hemdeme, hemderdî ’uşşaqane şew
şew, hemû şew çaweřêye řoj hełê, her řojhełat
meḧwe sertapa le ber pêta fîdakarane şew
xudperistîne! le şew fêrî peristin bin, ke xor
her dyarî da, be dewrî seryeda qurbane şew
fîrqetî řoje derûnî kirde daẍêkî sya
wek minî sewdazede ateş zedey hîcrane şew
ger fîraq agir hemû řojê le cergî berneda,
bo hemû şew tîre dił, sîney zuxałistane şew!
tîregî wa fezłî bo nadem be ser řûnakîya
menşe’î îzharî cîlwey feyzî sibḧeynane şew
her le tarîkî şewaye řê dirê ehlî nyaz
řazî dił îfşa biken, xełwetgehî xasane şew
tê bige bo çî be canin talîbî şew ’aşiqan:
nîweşew bû, we’degahî hatnî canane şew
hênde saḧêb siře, mî’rac û şewî qedir û berat
xasecatî ewn û mumtaze bem esrarane şew
her kesê talîb be duřî me’rîfet kokirdine
piř le duř deryayekî bê mehlekey xinkane şew
wek xizir awî ḧeyatî feyzî ḧeq ’afêtîye
ew xuda pê dawe meḧwîNasnava edebî! ta seḧer nałane şew