le piř berdî ecel bo şîşeyî ’umirim newa bê zû

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  2695 views
le piř berdî ecel bo şîşeyî ’umirim newa bê zû
fîdatim, dest û birdê, saqya, camî şerabê zû
çîye dinya, jinêke her şewî sik piř be sed fîtne
sibeynê zû be xwênî cergî ehlî dił deka bêzû
ke dayey xakit axir her debê bigrête baweş xoy,
bike xakê be ser xota le qapî bu turabArabicê zû
be tabî ’eksî ew dîdare dił sûta, muzekkaye
ketanit řagre saz û be cîlwey mahtabê zû
denî teb’î be carê ’alemî dagirt ewa meḧwîPen name
direnge îltîca be ber ře’îy ’alî cenabê zû