dinya tyatřoye meweste tya biřo

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  3420 views
dinya tyatřoye, meweste tya, biřo!
kê mayewe tya ke nebûbê tya, tiřo!
dinyayeke dû řoje newaziş bika, sêyem
řojî gudazşe, emete dakî sêbeřo
řû tirş û řû xoşe le řuwêka, le yek dema
qehrî diroye, mîhrî diro, her dû her diro
piştî ke da be piştitewe, bo pişt şikandine
emřo xuda şukirte, sibeynê bira le řo
pîrê nemamî baẍî cwanîmî kirde pûş
tazem dirextî tûlî emel derdeka çiro
gerdin ke çî çiłêke serefrazîye gułî
biřwane, çawekem, ke le ser çawe cêy biro
meḧwîPen name! be mûtuwaArabicwe ke le mirdin bibî necat
řoyandinit le pêşe, le pêşa were biřo!