dinya tyatřoye meweste tya biřo

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  3419 Dîtin
dinya tyatřoye, meweste tya, biřo!
kê mayewe tya ke nebûbê tya, tiřo!
dinyayeke dû řoje newaziş bika, sêyem
řojî gudazşe, emete dakî sêbeřo
řû tirş û řû xoşe le řuwêka, le yek dema
qehrî diroye, mîhrî diro, her dû her diro
piştî ke da be piştitewe, bo pişt şikandine
emřo xuda şukirte, sibeynê bira le řo
pîrê nemamî baẍî cwanîmî kirde pûş
tazem dirextî tûlî emel derdeka çiro
gerdin ke çî çiłêke serefrazîye gułî
biřwane, çawekem, ke le ser çawe cêy biro
meḧwîNasnava edebî! be mûtuwaErebîwe ke le mirdin bibî necat
řoyandinit le pêşe, le pêşa were biřo!