xudakey bes ke bo dinya emende ayîn û oyîn

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  1934 Dîtin
xudakey! bes ke bo dinya emende ayîn û oyîn
temaşa ke eḧîbba saẍ û oyîn çî hemû řoyîn
le manmida nedîwe ḧasłê ẍeyrî teweḧḧuş min
xuda pê da û ewaney lem wiḧûşistane zû řoyîn
le berçawî bitim kewtûm emin, wek eşkî newmêdî
heta deçme fena, xakim be ser minim û be řû řoyîn
biła neyşîgemê, her bo serefrazî be ser nek pê
be řêgey yarda labidّ minhErebî dû be dû řoyîn
’îbaret çî heye? her «sîmya» te’bîrî pê lêdem
le dinyayek ’îbaret bê le meḧzî hatin û řoyîn
biro dagirtinit ’uşşaqî pê çûne şerarey merg
deha merg întîzarêkin be emrêkî biro řoyîn
le beynî nûr û zułmet ameşo ser nagrê meḧwîNasnava edebî
nîgarim boye pêmî wit: le min hatin, le to řoyîn