le meyxane xuda ger ême derçîn

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  3365 Dîtin
le meyxane, xuda, ger ême derçîn,
be kê beyn îltîca, bo kêhe derçîn?
ke ême çûne cennetman be to da,
le ême la de zahîd! ême her çîn
xet û zułfî be yek da dê le ser řû
meger zeng û xeta şeřye le ser çîn
le baweşma deda mewc eşkî ḧesret
kemertî girte baweş ta kemer çîn
ewende teng û naxoşe, le dinya
xoşe derçûn, egerçî bo seqer çîn
serit pê lazme, meybaze meḧwîNasnava edebî
debê dulber ke hat ême be ser çîn
meḧałate le bendî zułfî derçûn
çeha çîne, çeha çîne le ser çîn