şexsêkî saḧêb eḧwał pirsî ke ey filatûn

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  1541 Dîtin
şexsêkî saḧêb eḧwał pirsî ke ey filatûn!
yûnanîyanî qewmit bo çî be derdî seg çûn?
ew zûfnûne cwabî dabû: be cêye wa bê:
xoy daye ber şîhabî saqîb ke dêwî mel’ûn
batîl muqabîlî ḧeq westa, betałe îşî
gerdî be bade xakê bê hełpijê be gerdûn
xurşîde mu’cîzey şer’, zułmate sefsetey pûç
îslamîyan hemû dîn, yûnanîyan hemû dûn
lem kareda tikaker kê: ḧezretî řîsalet
lasîmّaErebî tikagir kê: zwalcilalErebîy bêçûn
fetiḧ û zefer be nawî kê bê? xelîfey îslam
’ebdulḧemîdî ẍazî, sultanî řub’î meskûn
sa’îl ke lew cenabe fa’îz bû bem cewabe
mezmûnî piř le ḧîkmet, elfazî piř le mezmûn
pêy wit be sed te’eddub, ustadî bê te’essub!
bem ḧałe û sałe layq te’rîxî çî defermûn?
dûbare hate guftar: min zû witûme naçar
îslamîyan bifermûn, yûnanîyan telef bûn