nîsbet bidrê ḧûr û perî ger be le to çûn

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  1290 Dîtin
nîsbet bidrê ḧûr û perî ger be le to çûn,
bałîde debin ta degene ewcî le xo çûn
em xełqe ke wa tê geyîwin geyîwne meqsûd
řêşgawyekî meḧze, be derdî min û to çûn
bo cîlwey bêçûnî nîye qwetî çûnim
la ḧul û la qûّةErebî ke min ḧewlme bo çûn
bêçûne ’edem, pey be soraẍî demî nabeyî
fayz bibe bem gewhere lew beḧre be řo çûn
muştaqî demî têẍit ewende be behanen
bo çûne fena, her be îşarêkî biro çûn
xendêkî le ẍunçey demî to dî ke le baẍa
her lew demewe lêw û demî ẍunçe le go çûn
bo qursî genmigûnye řoḧî çuwe meḧwîNasnava edebî
wek zahîd û sofî ke le bo xepleyî co çûn