nîsbet bidrê ḧûr û perî ger be le to çûn

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  1874 views
nîsbet bidrê ḧûr û perî ger be le to çûn,
bałîde debin ta degene ewcî le xo çûn
em xełqe ke wa tê geyîwin geyîwne meqsûd
řêşgawyekî meḧze, be derdî min û to çûn
bo cîlwey bêçûnî nîye qwetî çûnim
la ḧul û la qûّةArabic ke min ḧewlme bo çûn
bêçûne ’edem, pey be soraẍî demî nabeyî
fayz bibe bem gewhere lew beḧre be řo çûn
muştaqî demî têẍit ewende be behanen
bo çûne fena, her be îşarêkî biro çûn
xendêkî le ẍunçey demî to dî ke le baẍa
her lew demewe lêw û demî ẍunçe le go çûn
bo qursî genmigûnye řoḧî çuwe meḧwîPen name
wek zahîd û sofî ke le bo xepleyî co çûn