hemû ’alemte pabend û le daman

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  2003 Dîtin
hemû ’alemte pabend û le daman
ke çî destî kest nagate daman
duhatî ewropa wek ehlî dêhat
le çarey derdî ’îşqa cumle daman
bira! merdim dewê ’eqłî nelengê
be lencey naz û ’îşwey new nemaman
legeł zanit dekewye koşî dinya
sibey qatîlte, emro bote maman
ser û samanimit pirsî, mepirse!
serî to xoş, ne ser mawe ne saman
ẍurûrî ḧusne fîr’ewnî be to da
řeqîbî seg be çî bû bû be haman?!
le dinya da wekû mindałî nakam
be nakamî deçin dinya be kaman
behane megre, lew camane camê
kerem ke, saqya, bigre řicaman
be kulfet ew, be ulfet em giriftar
wekû yek zahîd û meḧwîNasnava edebî le daman