beharî ’umir ewa geyye ḧuzeyran

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  2935 Dîtin
beharî ’umir ewa geyye ḧuzeyran
ke çî wek kodek êste deçme seyran
debê řem kem le şar û bibme weḧşî
nye ḧîley tirim bo řamî ceyran
le awî têẍî her zamê bû awa
biřînî min nebê her waye weyran
be neş’ey bonî gułzarî çi koyek
le tenma murẍî řoḧim hate teyran?!
suleymanim hewałî mûrî pirsîm
le naw emsalim ez hudhud le teyran
birîqey berqî cîlwey to le çawî
neda bê, bo çye ayîne, ḧeyran?!
le meḧwîNasnava edebî dił eger win bû wekû genc
soraẍî ken le kuncî kone deyran