wek guł hemû deme derewem ser be ser zuban

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  2489 Dîtin
wek guł hemû deme derewem ser be ser zuban
wek ẍunçeye derûnî, diłî guł le ser zuban
ye’nî, ke zîkirî zahîrim û fîkirî batînim
her wesfî lêwte, be hemû dem, be her zuban
nawit debem, diłim be zubanim ḧesed deba
yadit dekem, legeł diłekem dête şeř zuban
dê basî dîde û leb û guftarî to bikem
badam û şekker û nuqiłim dête ber zuban
her ḧerfî kuştine ke demî pê bipşikiwê
em tûtye be xûnî pijawe meger zuban
bo şukirî cewrî ew du biroye le qetłima
her bin muwêke mîslî gułî şest peř zuban
her em zubane ba’îse bo serbiřînî şem’
meḧwîNasnava edebî! serim řeḧet buwe bêłê eger zuban