ẍunçedił bûnim le ḧesret lêwî toye ẍunçedem

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  2171 Dîtin
ẍunçedił bûnim le ḧesret lêwî toye, ẍunçedem!
ẍunçekey to mer şîfa da ẍunçekem, ey ẍunçekem!
sîneçakim wek guł û, dił piř le xwênim ẍunçeweş
bê gułî řuxsar û ẍunçeyî lêweket, qurbanî bem
ẍulẍulî bulbul le ’îşqî guł nebû lem subḧeda
şe’şe’ey ew ẍebẍebe kewtibuwe ser em baẍe hem
lałe bê laley řuxt meḧwîNasnava edebî, wekû murẍî xemoş
mer be çakî sîne wek guł şerḧî dûrî ka, senem