beramber çawî mestit dił be mey qet aşna nakem

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  490 Dîtin
beramber çawî mestit dił be mey qet aşna nakem
ke xakî pêt bibê bo dîde meylî tûtya nakem
lesayey çetrî çînî perçemit min mest û sersamim
heta mawim ’ezîzim arezûy mîskî xeta nakem
le awî kewserî lêw û demit dem teř bikem carê
wek eskender le mergîşa heway awî beqa nakem
dû çawim kwêre êsta min ekem şukiraneyî yezdan
ke nabînam temaşay pyawî sipłe û bê wefa nakem
de gez xam û dû sê gez erze cêge û bergî axirman
kemalîNasnava edebî ḧez le qesir û bax û bergî padşa nakem