le naw baxa ebînim nêrgisî şehla ebim xoşḧał

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  1225 Dîtin
le naw baxa ebînim nêrgisî şehla ebim xoşḧał
eşubhê çunke nêrgis şêweyî nazî be çawî kał
be yadî ew dem û lêwet nîgarî nazenînî min
le baxa baxewan xunçey nepşikutûy çinî îmsał
şe û řoj bo nebat û qendî lêwit gyanî şîrînim
diłî dêwanekey min da’îma egrî wekû mindał
le ḧemdî xwawe nabîstim qisey xełk û lekes nadwêm
le dinyada şukur zor musterîḧim hem keřim hem lał
becê nye gyanekem bîkey beřeşwey espeket êsta
le botey ’eşqî toda wa kemalîNasnava edebî bote zîwî qał