be řêgey ’eşq da nařwa ebed xo merdimî ’aqîl

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  1314 Dîtin
be řêgey ’eşq da nařwa ebed xo merdimî ’aqîl
ewey biřwa be wêda ’eqił û hoşî zû ebê za’îl
le sofîm hênde dîwe min řya û buxil û teme’ esła
nîye teb’im beders û we’iz û şêx û xaneqa ma’îl
le nwêj û ta’eta ger řû nekeyte taqî ebroy yar
bebê şik ta’etî to nadruste wi’atîl û batîl
be da’îm ma’îlî camî şerab û badeyî nabim
le şewqî dîdeyî mest û bilûrî gerdenî fazîl
eger merdî le řêgey ’eşqî yara gyanî şîrînit
fîdake zû metirse ey kemalîNasnava edebî tabbî kamîl