zor le řoj bêzarim û her ḧez le katî şew ekem

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  546 Dîtin
zor le řoj bêzarim û her ḧez le katî şew ekem
ḧez leşew boye ekem min çunke meylî xew ekem
min xewm yekcar le la xoşe ke çunke da’îma
dilberim dête xewm her seyrî bałay ew ekem
řojê ferhadî ke dî şîrîn witî: tom xoş ewê
baweřit bê yadî to gyane be řoj û şew ekem
xot ezanît ’aşiqêkim herwekû to řoj û şew
seyrî çawî mest û gonay wek gułî xusrew ekem