beramber çawî mestit dił be mey qet aşna nakem

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  489 views
beramber çawî mestit dił be mey qet aşna nakem
ke xakî pêt bibê bo dîde meylî tûtya nakem
lesayey çetrî çînî perçemit min mest û sersamim
heta mawim ’ezîzim arezûy mîskî xeta nakem
le awî kewserî lêw û demit dem teř bikem carê
wek eskender le mergîşa heway awî beqa nakem
dû çawim kwêre êsta min ekem şukiraneyî yezdan
ke nabînam temaşay pyawî sipłe û bê wefa nakem
de gez xam û dû sê gez erze cêge û bergî axirman
kemalîPen name ḧez le qesir û bax û bergî padşa nakem