xełkîne werin besye îtir řû le xuda bin
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
598 Dîtin
xełkîne werin besye îtir řû le xuda bin
bes maylî fîtne û şeř û aşûb û beła bin
bes tefreqe û wêłî kej û kêw û çya bin
zor ’eybe ke bem new’e perêşan û geda bin
***
wek teyr egeřên ’alemî emřo be hewada
estêre û mang keşif eken êsta le semada
beḧrî hemû dinya egeřên wan le sefada
êwen hemû ẍerqin le ẍem û derd û cefada
xizmîne desa bênewe êweş de weha bin
zor ’eybe ke xełk řût kenewe hendê le kołan
şew bêt û biden zirme le dergay hemû małan
eşyay hemû ew małe biben êwe be tałan
bo çî be desî êwewe bigrîn ke minałan
sa bênewe em care kemê řû le xuda bin