taku ew řojey le sengî sextî elḧed ser edem
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
448 Dîtin
takû ew řojey le sengî sextî elḧed ser edem
zeḧmete dawênî yarî mehcebîn çon ber’edem
mang ewa gîrawe wek ḧemdîNava taybet ełê ta ber ebê
«her le teştî sîneyî zamar û tepłî ser edem»
to ke şahenşahî mułkî ḧusnî emřo çawekem
wa minîş êsta sikey cwanît le zîw û zeř edem
’eşqî toy ger tya nebê kellem be şeq kasî ekem
toy nebê têda diłim ber nîşter û xencer edem
xakî berderganeket ger meskenim bê gyanekem
min îtir her şeq le text û efserî qeyser edem