xełkîne werin besye îtir řû le xudabin

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  332 views
xełkîne werin besye îtir řû le xudabin
bes maylî fîtne û şeř û aşûb û bełabin
bes tefreqe û wêłî kej û kêw û çya bin
zor ’eybe ke bem new’eperêşan û geda bin
***
wek teyr egeřên ’alemî emřo be hewada
estêre û mang keşif eken êsta le semada
beḧrî hemû dinya egeřên wan le sefada
êwen hemû ẍerqin le ẍem û derd û cefada
xizmîne desa bênewe êweş de weha bin
#
zor ’eybe ke xełk řût kenewehendê le kołan şew bêt û biden zirme le dergay hemû małan
eşyay hemû ew małe biben êwe be tałan
bo çî bedesî êwewe bigrîn ke minałan
# sa bênewe em care kemê řû le xuda bin