le ḧefta sałeda ’aşiq demî tafî cwanîy bû

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  1176 views
le ḧefta sałeda ’aşiq demî tafî cwanîy bû
nîgarî nazenînî ta nîgahêkî nîhanî bû
be şu’ley řûy wekû perwane xom zû kird be qurbanî
be te’sîratî mey saqî ke řengî erxewanî bû
qełem bêganeye nawit nehênim zwîr mebe tuxwa
řeqîb asa ke çunke her xerîkî dû zubanî bû
le dinyada řefîqî gyanî gyanî qet nebînrawe
heta ewladî xom min dîm legeł min nanî nanî bû
be tîrî ẍemze zanîm kun eka cerg û diłim axir
ke dîm taqî biroy ew şoxe bê řeḧme kewanî bû
le kêlî qebrekem tu xwa binûsin mehcebîn, xełke
bizanin ta kemalîPen name kuşteyî destî fiłanî bû