çunke ew goyî zenexdanî heye

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  521 Dîtin
çunke ew goyî zenexdanî heye
qametim şêweyî çewganî heye
dił le zułfaye be ummêdî lebî
hewesî çeşmeyî ḧeywanî heye
teř bika ḧełqî minî teşne be tîẍ
řaste yar er serî îḧsanî heye
baẍ û me’denme leb û pustanî
le’lî řummanî û řummanî heye
wa le diłya senemim meylî řeqîb
ḧeyfe weswaseyî şeytanî heye
be zuban se’be biłê derdî diłî
her kesê dîdeyî giryanî heye
le ’urûcaye giřî narî diłim
ta qebat cunbuşî damanî heye
wa ke leb bo suxen ey beḧrî xîred
da biłên: le’lî duř’efşanî heye
wekû fîr’ewnNava taybete ḧebîbim be sitem
ta řeqîbî wekû hamanNava taybety heye
řeşkî çîhre û lebî toyane mudam
ta felek şems û zemîn kanî heye
ew kesey derdî be diłda le muje
her le şehdî lebî dermanî heye
şêrmerdane ’elîNava taybet, bê be segî,
her kesê hîmmetî merwanNava taybety heye
lê de wek muřře be enguştî ẍezeb
her kesê kîneyî ’usmanNava taybety heye
nîgehê ney şehî merdanî cîhan
salimNasnava edebîy ẍemzede dîwanî heye